Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Tillerson jibo Hevdîtinan li Brukselê Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro li Brukselê ye ku çend hevdîtinan ligel rêberên Ewrupî û NATO bike.

Di hevdîtinan de, li ber e Tillerson daxwaza Serok Donald Trump ya zêdekirina veqetandina pirtir dirav bo parastinê ji endamên NATO bîne rojêva hevdîtinan.

Tillerson cara yekê ligel wezîrên derve yên NATO jî kom dibe, berî ku Trump di hilcivîna rêberên cîhanê de di meha Gulanê de li heman bajarî kom bibe.

Karbidestên Amerîkî ju AFP re ragihand ku Tillerson dê ji hevalbendên NATO bixwaze ku rola xwe di şerê dijî terorîzmê de zêde bikin ku hem bajarên Amerîkî, hem jî Briksel jî nav de, yên Ewrupî dibin armanca êrîşên terorîstî.

Tillerson herwiha daxwaz ji hevalbendên xwe bike ku giwaştina ser Rûsya bikin ku berpirsîyên xwe yên li gor peymana Minsk bi cîh bîne û şerê li rojhilata Ukrayna biqedîne.

XS
SM
MD
LG