Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Mafên Mirovan li Misirê: Êrîşên Dijî Ofîsên Wan jibo Tolhildanê ye


Xwenîşanderên Misirî desthilata leşkerî proteso dikin.Meydana Tahrîr, Qahîre, Misir
Xwenîşanderên Misirî desthilata leşkerî proteso dikin.Meydana Tahrîr, Qahîre, Misir

Komeke rêxistinên mafên mirovan li Misirê, desthilata leşkerî tawanbar dikin ku bi êrîşkirina ofîsên xwenîşandêrên demokrazîxwaz, hewil dide ku tola xwe ji wan rake.

Hêzên ewlekarîyê yên Misirî roja Pêncşemê avêtin ser 17 ofîsên rêxistinên mafên mirovan.

Karbidestên hikûmet dibêjin, wan ew êrîşan pêk anîne ku bizanin dirava bîyanî çawa alozîyên berdewam yên welêt xirabtir kirîye.

Lê, daxuyanîyeke ku îro Înê ji alîyê 28 rêxistinên, sîvîl yên civakî hatiye îmza kirin, dibêje êrîşan beşek in ji kempeyna berfireh ya dijî wan bizavkaran e ku desthilatdarên leşkerî rexne dikin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkî Victoria Nuland got, Amerîka jiber êrîşên polîsan bi giranî bi xem û fikar e.

XS
SM
MD
LG