Serok Barack Obama rûberî giwaştina zêdebûyî dibe, jiber biryara rêvebirîya wî ya guhdarkirina telefona mîlyonan kesan û agahîyên nepenî yên karînêrên înternetê.
Piştî eşkerebûna wan rêbazan, gelek rexneyên tund ji Serok Obama re tên.
Hin qanûndanêr û grubên berevankarên azadîyan dijî biryara rêvebirîyê derdikevin.
Biryara Kongresê ye piştî êrîşên terorîstê yên 11’ê Îlonê mecal dide hikûmetê ku jibo ewlekarîya netewî guhdarîya telefonan bike û xwe bigehîne agahîyên nepênî yên hemwelatîyan.
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest di bersîva pirsa rojnamevanekî de do Pêncşemê gotibû kuSerok Obama hizra dawîkirina wê polîtîkayê nake.