Karbidestên Kongresa Amerîkî dibêjin, di nameyekê de ku ji Senator Roger Wicker re hate şandin, jahra "ricin" ya kujêr hate dîtin.
Nameya jahkirî li navendeke postayê hate dîtin û karbidestan ragihand ku encama her sê testan erênî derket.
"Ricin" jahreke pir bi hêz e û tenê dilopeke wê dikare mirovan bikuje. Ew jahr bi awayekî xwezayî, di nebata bi navê "castor" de peyda dibe.
Piştî êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê jî nameyên wî rengî hatibûn şandin ku tê de madeya anthraks hebûn. 5 kes jiber jahra wan nameyan miribûn û jimareke kesên din jî nexweş bibûn.
Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) ragihandibû ku name ji alîyê zanyarekî Amerîkî hatibû hinartin ku dû rê xwe li 2008’an kuştibû.