Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belarûs: Sîyasetvana Rikeberîyê Maria Kolesnikova li Sînorê Ukrayna Hat Desteser Kirin


Medya fermî ya Belarûsê ragihand ku sîyasetvana rikeberîyê Maria Kolesnikova îro Sêşemê serê sibê li sînorê Ukrayna hatiye desteser kirin.

Jêderên opozîsyonê do Duşemê gotibûn ku Kolesnikova ji alîyê hin kesên ku li ser rûyên wan mask hebûne, hatiye revandin.

Kolesnikova, ji sê jinên opozîsyonê bû ku wan di hilbijartinên meha Tebaxê de dijî Serokê Belarûsê Aleksander Lukashenko hêzên xwe dabûn ser hevdu.

Piştî hilbijartinê, bi îdiayên ser sextekarîya di hilbijartinê de, protesto destpê kiribûn. Karbidestên ewlekarîyê yên Belarûsê dîyar dikin ku roja Yekşemê di protestoyên dijî hikûmetê de pirtir ji 600 kes hatine desteser kirin.

Lukashenko, welatên rojava bi maytekirina li karên navxweyî yên Belarûsê tawanbar dike.

Yekîtîya Ewrupa (YE) jî do Duşemê bi daxuyanîyekê bang li Belarûsê kiribû ku hemî sîyasetvanên girtî berde û dîyar kiribu ku ew hazirîya toleyên dijî wî welatî dikin.

XS
SM
MD
LG