Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Tirkîyê bo Hevkarîyê li Hev Kir


Meral Akşener û Kemal Kılıçdaroğlu

Partîya Komarî ya Gel (CHP), Îyî Partî, Partîya Saadetê (SP) Û Partîya Demokrat (DP) biryar dan ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hevkarîyê bikin.

Partîyên rikeberîyê, dijî hevkarîya Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP), ew çend roj in danûstandin dikirin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di lihevkirina rikeberîyê de cîh negirt.

Rikeberîya Tirkîyê bi vê tifaqê hewil dide ku di parlamentoyê de piranîyê bi dest xîne.

Li gor qanûnên Tirkîyê, tifaq benda hilbijartinê, ku 10 ji sedê ye, dadixîne sifirê.

Piştî hilbijartinê, dê temamê dengên hilbijartinê werin hejmartin, ger tifaqê bend derbaz kiribe dê hemî partîyên di tifaqê de di meclîsê kevin.

Bi vê tifaqa rikeberîyê, li ber e ku CHP, Îyî Partî, SP û DP'yê bibe parlamentoyê.

XS
SM
MD
LG