Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêbera Rikeberîya Belarûsê Banga Greva Giştî Dike


Sviatlana Tsikhanouskaya
Sviatlana Tsikhanouskaya

Rêbera rikeberîya Belarûsê Sviatlana Tsikhanouskaya dîyar kir ku ger serokê welêt Aleksander Lukashenko heta 25’ê Cotmehê karvekişîna xwe ranegihîne ewê banga greva giştî bike.

Tiskhanouskaya ji Lukashenko xwest ku tundûtûjîyê rawestîne û girtîyên sîyasî berde.

‘’Ger daxwazên me heta 25’ê Cotmehê bi cîh neyên temamê welêt dê bi awayekî aştîyane dakeve qadan. Di 26’ê Cotmehê de dê hemî dikan grevê bikin, dê li hemî rêyan barîkat çêbin û dê li molên dewletê jî firotan çênebe’’ Tiskhanouskaya got.

Di protestoyên îro Sêşemê de 186 kes hatin desteser kirin.

Wezareta Navxweyî ya Belarûsê dîyar kiribû ku polîs dikarin li cîhên hewce çekên erîşên bikar bînin.

Protestoyên dijî Lukashenko piştî hilbijartinên 9’ê Tebaxê destpê kiribûn ku Lukashenko dibêje ku ew bi ferqeke mezin bi ser ketiye, lê rikeberî dide zanîn ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye.

XS
SM
MD
LG