Îro 14’ê Sîbatê li cîhanê wek Roja Evîndaran tê pîroz kirin.
Tevî ku ev roj, roja bîranîna Ezîz Valentine (Saint Valentine) be jî, êdî li seranser cîhanê weke rojeke hezkirinê anku Roja Evîndaran tê pîroz kirin.
Gelek kes li vê rojê evîndar û hezkirîyên xwe bi gul û kulîlkan û bi dîyarîyên taybet bi bîr tînin.
Em jî Roja Evîndaran li hemî xwendevan, guhdar û temaşevanên xwe pîroz dikin û dibêjin ku bila hemî rojên we mîna îro bextewar û tijî hezkirinê be.