Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Satilaytek bi Meznahiya Otobûsekê dê Bikeve Xwarê


Satilaytek bi Meznahiya Otobûsekê dê Bikeve Xwarê

Çaverê tê kirin roja Înê satilaytek ku hindî otobûsek mezine û giraniya wê 6 ton e bikevîte ser edrî.

Hejî gotênê ye ku berî 20 salan satilayta UARS ku bi 750 milyon dolaran hatibu dirust kirin bo esmana hat hinartin bo harîkarî kirina vekolînên li ser çînên hewayê dewrûberê erdî dihêne kirin. NASA li sala 2005 ê karê wê bi dawî anî.

Mark Matney zanyar li Navenda Esmanî Johnson li Texas, dibêje wedyare ku ew satilayt roja Înê 23ê meha Îlonê 2011, bête dinav çîna serve ya hewy de û dibêje hindî nêzîktir bibe dê karin baştir demê keftina wê ser erdî zanin.

Mark ji xelkî dixwaze ku netirsin, jiber ku dibêje yêk ji trilyonekê îhtîmala keftina parçên wê satiliytê li ser her kesekî heye, jiber ku parçên wê li çînên heway dê sûjin.

NASA pêşbînîyê dike 26 parçên wê satilaytê bigehine ser erdî.

XS
SM
MD
LG