Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

120 Salîya Rojnamegerîya Kurdî li Duhok Tê Pîrozkirin


Roja Rojnamegeriya Kurdî li Duhok
Roja Rojnamegeriya Kurdî li Duhok

Yekemîn rojnama kurdî ku "Kurdistan"e, sala 1898ê ji aliyê malbata Bedirxanîyan ve li koçberiyê, li bajarê Qahîre paytexta Misrê hat weşandin, ev roj li cem Kurdan weke roja Rojnamegerîya Kurdî hat naskirin, her sal weke kevneşopî çalakiyên rojnamegerî, roşenbîrî û wêjeyî li her ciyê Kurd hene tên encam dan.

Herwiha li bîranîna roja rojnamegeriyê rojnamevan, niviskar û kesayetiyên xizmeta peyva Kurdî û dîroka Kurdan kirine tên xelat kirin.

Li bajarê Duhok jî, weke piraniya bajarên Kurdistanê û Kurdan, çalakiyên pir rengî hebûn, weke panel, seminar û pêşwaziya rojnamevanan li avahiyê sendîka Rojnamevanan, Yekêtiya Nivîskaran û senterên Roşenbîrî hat kirin û ev bîranîn tê pîroz kirin.

Rojnamevan Sebah Atrûşî derbarê bîranîna 120 saliya rojnamegeriya Kurdî got"Îro Mediya Civakî rolek bihêz dibîne, jiber ku li Kurdistanê mediya û kenalên mediyayî di dest hind aliyên siyasî de ne û weke çawan ew dixwazin weha nama xwe di gehînin, xelk jî nihe pitir berê xwe daye mediya civakî".

Viyan Abbas seroka şaxê Duhok ya sendîka Rojnamevanan derbarê bîranînê got"ya giring ewe qanûna rojnamegerîyê bihê çalak kirin û pêgirî bi sinc û etîkên rojnamegeriyê bên kirin, em giringiyê didin xwendekarên nû da ku liser bingehek saxlem fêrî rojnavaniyê bibin".

Selam Balayî 22.04.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG