Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro 8'ê Adarê ye, Roja Cîhanî ya Jinan E


Îro 8'ê Adarê ye, Roja Cîhanî ya Jinan. Li seranser cîhanê, bi hezaran bername, şahî, rêdeçûn û panelan tên lidar xistin jibo nîşandana destketinên jinan yên aborî, sîyasî û civakî.

Roja Cîhanî ya Jinan cara yekê di 28’ê Sibata sala 1909 li Amerîkayê wek Roja Netewî ya Jinan hate destnîşan kirin.

Li gir pêzanên Banka Cîhanî:

- Herî kêm 40 ji sedê karmendên cîhanê jin in.

- Her ji sala 1980’ê vir ve, temenê jinan li seranser cîhanê li temenê mêran zêdetir e.

- Ne wekhevî ya perwerdeya destpêkî di navbera kur û keçan de li piranîya beşên cîhanê kêm dibe.

- Li hejmareke welatan, jin û bi taybet jinên hejar, heta di nav mala xwe de jî ne xwedî biryar û kontrol in.

- Kontrola zêdetir ya jêderên nav malê ji hêla jinan ve, dikare aborîya welatan pêşve bibe.

- Li Amerîkayê jibo rêzgirtin li kar û xebatên jinan, meha Adarê wek Meha Dîroka Jinan hatîye destnîşan kirin

Ev roj jibo banga bêtir mafên wekhevîyê jibo jinan derfetek e da ku ew û malbatên xwe karibin jîyaneke serketî derbas bikin.

***

8'ê Adarê li Amedê
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:18 0:00

XS
SM
MD
LG