Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro 8'ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan E


Kurdish Women in Diyarbakir
Kurdish Women in Diyarbakir

Îro 8'ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan e. Di vê rojê de li seranserê cîhanê, jibo nîşandana destketinên jinan yên di warê aborî, sîyasî û civakî de, bi hezaran bername, şahî, rêdeçûn û panel tên lidar xistin.

Roja Cîhanî ya Jinan cara yekê li Amerîka, di 28’ê Sibata sala 1909’an de wek Roja Netewî ya Jinan hate destnîşan kirin.

Li gor pêzanînên Banka Cîhanî anku World Bank:

Herî kêm 40 ji sedê karmendên cîhanê jin in.

Her ji sala 1980’ê vir ve, temenê jinan li seranser cîhanê ji temenê mêran zêdetir e.

Newekhevîya perwerdeya destpêkî di navbera kur û keçan de, li piranîya beşên cîhanê kêmtir dibe.

Li hejmareke welatan, jin û bi taybet jinên hejar, heta di nav mala xwe de jî, ne xwedî biryar in.

Kontrola zêdetir ya derfetên li nava malê ji hêla jinan ve, dikare aborîya welatan baştir bike.

Li Amerîka jibo rêzgirtin li kar û keda jinan, meha Adarê wek Meha Dîroka Jinan hatiye destnîşan kirin

Ev roj jibo daxwazakirina pirtir mafên wekhevîyê jibo jinan derfetek e, da ku ew û malbatên xwe bikanibin jîyaneke serketî bijîn.

Mixabin îsal jiber pandemîya korona li pîrozbahîyên girseyî zêde nayên kirin û bernamryên heyî di bin parastinê de tên lidarxistin.

XS
SM
MD
LG