Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Roja Penaberan de Nêzî 80 Mîlyon Kes Bê Cîh û War In


World Refugee Day
World Refugee Day

Her sal 20’ê Hezîranê wek Roja Penaberan ya Cîhanê tê pîroz kirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal di vê rojê de bal bikşîne ser rewşa penaberan.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 4’ê meha donzdeh Berfanbara 2000’an de, biryar dabû ku her sal 20’ê Hezîranê wek Roja Penaberan ya Cîhanê (World Refugee Day) were pîroz kirin.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) do Çarşemê ragihand ku li seranser cîhanê dora 79.5 mîlyon kes, jiber şerên berdewam û kêşeyên din, neçar mane ku cîh û warên xwe li paş bihêlin.

UNHCR bal dikşîne ku tenê da nava sala borî de 10 mîlyon kes mecbûr mane ku malên xwe li paş bihêlin û birevin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres got ku ew hemî tiştên pêdivî dikin ku dawî li şerên heyî bînin.

“Di Roja Penaberan ya Cîhanê de, em soz didin ku hemî tiştên gor hêza xwe bikin ku şerên heyî û givaştin û zordarîyan biqedînin ku dibin sedema derbiderbûn û penaberbûnê.”

Guterres bi bîr xist ku belavbûna vîrusa korana rewşa dijwar ya penaberan hîn xirabtir kiriye.

UNHCR dîyar ku piranîya penaberên seranser cîhanê ji Sûrîye, Afganistan, Sudana Başûr, Myanmar û Somalî tên.

XS
SM
MD
LG