Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîka Roja Spasdarî Ye


Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e.

Roja Spasdarî her sal di Pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin û di vê roja behnvedana federalî de bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Di Roja Spasdarî de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux anku elok dixwin.

Di roja piştî Roja Spasdarîy de ku “Black Friday” anku “Înîya Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêm kirin û Amerîkî bo hezkirîyên xwe dîyarî dikirin.

Di vê roja taybet de, hinêk Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Serokê yekê yê Amerîka George Washington di sala 1789'an de biryar dabû ku ew roja wek behnvedana netewî were pîroz kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitterê Roja Spasdarî li şoperên xwe pîroz kir.

"Roja Spasdarî pîroz be. Welatê we di rewşeke pir baş de ye. Karên ku çûne derve, paşde vedigerin, borsa di asta herî bilind de ye, leşkerîya me bi hêztir dibe û emê dîwarê ser sînorê Meksîka ava bikin...û bîkarî ketiye nizimtirîn asta 17 salên borî..!"

Hêjayê balkişandinê ku li gor texmînên Federasyona Ciluxan ya Netewî (National Turkey Federation) di Roja Spasdarîyê de dora 50 mîlyon cilux li seranser Amerîka werine xwarin.

Federasyonê îsal ragihand ku armanca wê ew e ku 88 ji sedê civata Amerîkî di vê roja taybet de elok bixwin.

XS
SM
MD
LG