Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî Ye


"Zimanê Min Qedexe Neke"

Îro 21’ê Şubatê li seranser cîhanê wek ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin.

Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ji alîyê UNESCO ve di 17’ê Mijdar a 1999’an de hatibû ragihandin.

Bi wê biryarê, armanca UNESCO ew bû ku bal bikişîne ser girîngîya pirçandî û pirzimanî ya li seranser cîhanê.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di sala 2008’an de ew roj bi fermî pejirand û ji wî demê heta niha li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî tê pîroz kirin.

Sazî û rêxistinên Kurdan di salên dawî de girîngî didin vê rojê û bi panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin û bak dikişînin ser girîngîya zimanê xwe yê zikmakî.

Kurdên Efrînî ku bi zorê ji cîhûwarên xwe hatine sirgun kirin, tevî dijwarîyên mezin û tunebûna derfetan, dîsa jî dest ji evîna xwe ya ser zimanê dayikê bernadin.

Kerem kin raporta nûçegîhana me Neroz Reşo temaşe bikin ku ser Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ye:

Efrînîyên Derbider Roja Zimanê Dayikê bi Serbilindî Pîroz Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG