Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Emîn: Alîkariyên Mirovahî Pir Kêmbûne Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê


Vîrûsa korona bandorek mezin li ser jiyana xelkên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye û rê li pêşiya kar û xebatên Komele û saziyên alîkariyên mirovahî yên ku li wir kar dikin girtiye.

Di derbarî kar û xebatên van kemele û saziyan Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Omer Emîn, berpirsê Komela Hêvî ya alîkariya mirovahî re kir.

Birêz Omer anî ziman ku bandora vîrûsa korona pir li kar û xebatên wan hatiye û bi zor û zehmetî ew alîkariyê li hin gund û deverên bi pêwîst belav dikin.

Ji bo parstin û rewşa tenduristiyê wî got, ku ew xelkê aghdar dikin û pêvan û mercên tenduristiyê pêktînin di dema belavkirina alîkariyan de.

Herwiha jî wî got ku, piraniya sazî û komelên navnetewî yên xêrxwaziyê xebatên xwe li herêmê rawestandine ji ber rewşa tenduristiyê û ew tişt ziyanek mezin gîhandiye kar û xebatên komelên xwecihî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:07 0:00


XS
SM
MD
LG