Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûnîr Şêxê: Komcivîna Me Dijî Guhertina Demografî Li Efrînê Ye


Li bajarokê Amûdê di 2-3-4 meha Kanûnê de,150 kesayetên siyasî, rewşenbîr û çalakvan li hev kombûn di semînerekê de bi navê (Semînera Navnetewî Dijî Guhertina Nijadî û Demografî li Efrînê ).

Di derbarî vê çalakiyê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Mûnîr Şêxê hunermendê şêwekar û endamê komîteya amadekar ya vê semînerê re kir, da hin hûrbîniyên wê berçav bike.

Hunermend Mûnîr anî ziman, ku naveroka semînerê li ser kêşeya Efrînê bû ji hemû aliyên xwe ve, û bi alîkariya belgên ku hatibûn danhev ,destdirêjî û kiryarên tund yên leşkerên tirk yan çekdearên rikeberiyê sûriyê li dijî xelkên sivîl li Efrînê hatin nimaşekirin û belav kirin.

Mebesta vê semînerê li gorî hunermend Mûnîr, ku tiştê li Efrînê bûye û dibe neyê dûbarekirin li herêmên din (Rojhilatê çemê Firatê) û ya din ew guherîna demografî ku li herêma Efrînê dibe bê rawestandin.

Hevpeyvîna Mûnîr Sêxê-12-8-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:02 0:00

XS
SM
MD
LG