Zêdebarî rewşa dijwar ya şer û aloziyên jiyanê, lê dîsan jî kurdên Sûriyê hewil didin ku, jiyana xwe bi hemû rengan berdewam bikin, ji ber wê jî ew huner û çanda xwe mandila nakin û hertim di nava çalakîyan de ne.
Di 13î Mijdarê de, Festîvala Filiman ya Rojava destpê kiriye, ku wê li bajar û bajarokên kurdî bê belavkirin û çalakî li darkevin.
Sînemakar Sevînaz Evdikê, endama komîteya amadekar ya festîvalê, bû mêvana bernama Deng û Reng.
Di hevpeyvîna xwe de, Savînaz bal kişand li ser rola hunerê di paşeroja kurdan de li Rojavayê Kurdistanê û geşkirina çanda sînemayê di nava gel de û girîngiya wê di dema şer de.