Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR: 7750 Kurdên Sûrîyê Derbazî Herêma Kurdistanê Bûn


Jineke Kurd û zarokên wê li Kampa Domiz ya Duhokê
Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dide zanîn ku 7750 Kurdên Sûrîyê roja Pêncşemê derbazî Herêma Kurdistana Îraqê bûn.

Berdevkê Komîserîya Bilind ya Penaberan Afrian Edwards dibêje, piranîya penaberan ji Heleb a bajarê herî mezin yê Sûrî ne û hinekên din jî ji Efrîn, Hesekê û Qamişlo ne.

Edwards ji rojnamevanan re got, UNHCR li Hewlêrê kampeke kindemî ava kirîye û dora 2000 kes niha di bin çavdêrîya wan de ne.

Berdevkê UNHCR da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend ajansên din yên Neteweyên Yekbûyî jî alîkarîya wan dikin.
XS
SM
MD
LG