Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Xwe jibo Operasyoneke Dijî Sûrîyê Amade Dike


A U.N. team investigating an alleged chemical attack that killed hundreds last week in a Damascus suburb, leaves their hotel in a convoy, in Damascus, Syria, Monday, Aug. 26, 2013. Image was provided by Shaam News Network.
Di demeke de ku gotubêjên ser maytekirina dijî Sûrîyê xurt dibin, li Tirkîyê jî liv û tevgera leşkerî û sîyasî destpê kir.

Hikûmeta Tirkîyê xwe jibo alternatîfa mudaxeleya leşkerî amade dike ku tê pêşbînî kirin bi pêşengîya Amerîka û Brîtanya pêk were.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê li paytaxt Enqerê, kombûneke taybet ya ewlekarîya derve pêk tîne ku rojeva wê Sûrîye ye.

Di encama nirxandinên karbidestên dewletê de, çaverê ye helwesta Tirkîyê were dîyar kirin û bernameya rêvebirina vê pêvajoyê zelal bibe.

Hevdem, di medya Tirkîyê de jî agahîyên berfireh derbarê operasyoneke leşkerî ya dijî Sûrîyê de têne belav kirin. Di wan raportan de tê gotin ku nexşerêyek jibo rêvebirina vê pêvajoyê hatîye dîyar kirin.
XS
SM
MD
LG