Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Stenbolê jibo Rojava li Meydanê ne


Bi mebesta piştgirîya Kurdên Sûrîyê û şermezarkirina êrîşên ser bajarên Kurdan, li Stenbolê bi pêşengîya jinan çalakî hatin darxistin.

Di meş û çalakîyên roja Pêncşemê de, ku li sê navçeyên Stenbolê Kadikoy, Şişli û Başakşehir pêk hatin, banga piştgirîya Kurdên Sûrîyê hate kirin.

Hevseroka Navçeya Şîşlî ya BDP’ê Ayten Kaya, di çalakîya li ber Mizgefta Şîşlî’yê de, rexne li Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Kaya got, “Serokwezîr Erdogan, jibo kuştinkarîyên Misirê rondikan dibarîne. Lê, El Nusra bi alîkarîya wan ya aborî û çekdarî zarokên Kurd dikuje. Em vê helwestê dilsozane nabînin û şermezar dikin.”

Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP’ya Stenbolê, Semra Demîr ji Dengê Amerîka re li ser çalakîyên piştgirîyê wiha axifî: “Jiber ku medya Tirkîyê çavê xwe ji êrîşên ser Kurdên Rojava re digire, ew dixwazin bi van çalakî û daxuyanîyên xwe rastîya bûyeran ragihînin bîragiştî.”

Xortekî Kurd yê bi navê Kendal Înce jî got, “Kurdên Rojava birayên me ne, niha birayên me li wir têne qetil kirin. Loma jî çi ji destê me were, divê em jibo wan bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG