Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Avakirina Dîwara Ser Sînora Sûrîyê Şermezar Dikin


Bajarê Nisêbîn
Bajarê Nisêbîn
Bi hezaran Kurd îro Pêncşemê li bajarê Nisêbînê kom dibin ku avakirina dîwara ser tuxubê navbêra Tiirkîye û Sûrîyê protesto bikin.

Xwepêşandana ku ji alîyê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) tê kirin, bi pişikdarîya Hevserokê partîyê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û hemî parlamanterên BDP jî beşar dibin.

Kurd ji avakirina dîwara parastinê gelek eciz in û wê bi navê "Dîwara Şermê" nav dikin. Bajarvana Nisêbînê Ayşe Gokkan ev 8 roj in ku li ser sînorê di rojêya mirinê de ye ku dîwarê şermezar bike.

Xanim Gokkan dibêje, di sedsala 21ê de dêwar li cîhanê nemane lê hikûmeta Tirkîyê dixwaze bi avakirina vê "Dîwara Şermê" Kurdên ser xetê û bin xetê ji hev cihê bike.
XS
SM
MD
LG