Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Êrîşên Tirkîyê Ser Sûriyê Dibe ku Agirbestê Têk Bibin


Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergey A. Ryabkov, îro Dûşemê xuya kir ku Rûsya ji sedema amadekariyên artêşa Tirk li ser sînor nerehet e.

Ajansa Reuters ji zarê Ryabkov radigehîne ku Tirkiye êrîşan liser sînor encam dide û amadekariyên artêşa wê jibo ketina nav axa Sûriyê hene û eger ku tiştekî weha biqewimê, demek agirbest dê hilweşe û bidawî bibe.

Riyabkov di ragihandinek rojnamegerî de got, "mixabin, hevkarên me yên Tirk dest ji êrîşên xwe yên ser sînor bernadin."

Bi aliyekî din ve, Fransa banga civîneke lezgîn kir, da ku agirbesta li Sûriyê bê gotûbêj kirin.

Îro koma welatên piştevanên aştiya li Sûriyê li bajarê Cenevre civiyan, pirsa agirbestê û aloziyên li Sûriyê mijara civînê bû.

Fransa di civînê de "derheqa wan raportên ku dibêjin êrîş li ser bingehên hêzên opozisyonê hatine kirin, daxwaza pêzanînan kir.

XS
SM
MD
LG