Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Kampîna Derzîkirina Dijî Sorkan Destpêdike


Derziyên dijî sorkan li herêma kobanê

Heyva Sor a Kurd kampîneka derzîkirinê ya li dijî Sorkan û Sorka Almanî li bajarê Kobanê û gundewarên wê bi destekdayina rêxistina saxlemiya cihanî destpêkir .

Li gor Zeyneb Qasim endama Heyiva Sor a Kurd li herêma Firat dê 26 hazar zarok ji temenê yek salî heya hefit salî armanic bigirin, her wiha dê di maweyê heftayekê de, li navanda bajêr û yên bajarokan berdewam bike. Zeyneb Qasim dibêje" Derziyên li ber destê me hene yên Sorkanin û Sorka Almanî , û hijmar 26 hezare li bajê û gundan navendê me hene".

Zarok Û Kampeyna Derziyên Sorkan li Kobanê
Zarok Û Kampeyna Derziyên Sorkan li Kobanê

Derzîkirna Sorkan ku dermanê wê bi dijwarî hatiye peydakirin li gor Dr. Xurşîd Fahî hevserokê navanda Heyiva sor li herîma Firatê ku gelek dijwarî û zehmetiyan di vê kampînê de dibînin, ji ber ku ew neçarin di navandê de derzîbikin û rûniştvanên deverê ji bo wan pir nabin alîkar, ji ber wê yekê bang dike ku tevahî malbat zarokên xwe bînin navendan û dibêje "Em dixwazin ku xelk werin navendên me ji ber ku em nikarin li Kolanan zarokan derzî bikin."

Bajarê Kobanê ku bi sedema şer û dorpêçkirinê di rewşeke tendirustî ye dijwar re derbas dibe, navenda heyiva sor hewil dide ku derzîkirina zarokan ji bo hemî nexweşiyan peyda bike, lê ji ber ku rêxistinên cîhanî tenê bi hikumeta Şamê re têkliyan dike, rêveberiya Heyva Sor dibêje ku ji ber wê yekê ew di bin rehma rêjîmê de dijîn û neçarin dannûstandinê pêra bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00


XS
SM
MD
LG