Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser 3 Zarokên ji Malbatên DAIŞ'ê Radestî Hikûmeta Nîjerya Dike


Karbidestên Kurdên Sûrî îro 3 zarokên Nîjeryayî ku dêûbavên wan endamên DAIŞ’ê ne, radestî hikûmeta Nîjerya kirin.

Zarokên ku temenê wan 8, 6, û 4 salî ne, ji alîyê nûnerê Wezareta Derve yê Nîjerya Musa Habib Marika, di merasîmekê e de li Qamişlo hatin wergirtin.

Şandeya Nîjeryayî roja Sêşemê ligel karbidestên Kurd civîbûn û daxwaza 3 zarokên ji heman malbatê kiribûn ku dêûbavên wan tev li DAIŞ’ê bûbûn.

Marika ji ajansa ANHA re got ku ewê tenê jin û zarokên Nîjeryayî yên li kampên bin kontrola Kurdan qebûl bikin.

“Nîjerya jî ji heman kêşeya DAIŞ’ê rûbirû maye. Em jî dijî wê şer dikin. Hikûmeta Nîjeryayî li her derê dijî DAIŞ’ê şer dike.”

Marika bi berdewamî got ku hikpmeta wî hazir e ku di şerê dijî DAIŞ’ê de piştgirîya Rêvebirîya Xweser bike.

XS
SM
MD
LG