Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Danûstandinên bi Rûsya re Xurtir Dikin


Şandeya Bereya Aştî û Azadîyê li Moskowê ligel berpirsên Rûsî civîyan û du nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jî di civînê de amade bûn.

Şande ser vexwendina wezareta derve hatin vexwendin û roja Şemîyê bi Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov re civîya.

Hevdîtina şandê ligel Lavrov û Nûnerê Taybet ê serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Mikhail Bogdanov nêzî du demjimêran berdewam kir.

Silêman Oso, endamê desteya seroktîya ENKSê ji Dengê Amerîka re got ku wna di kombûna bi Lavrov re de metirsîyên li rojhilata Firatê anîn rojevê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di demên dawî de cara duyê ye ku komên cuda yên opozîsyona Sûrîyê, ligel Kurdan çûn Moskowê.

Bereya Aştî û Azadî nû hatîye damezrandin û ji bizava `Şepola Siberojê` ya bi pêşengîya Ehmed Cerba, ENKS, rêxistineke Asûrî û çend hozên Erebî pêk tê.

ENKS, berî çûyîna Moskowê, li Hesekê bi James Jeffrey re hevdîtinek li dar xistibû

Çavdêrên sîyasî bawer dikin ku civînên Kurd bi Amerîka û Rûsyayê bi armanca tevlîbûna wan ya di nava opozîsyona Sûrîyê û beşdarbûna wan di nava dîyalogên ser destûrê û çareserîya sîyasî de.

ZO_9_28_2020_Rojva_Rûsya
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG