Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Gunay Aksoy: Rewşa Rojnamegerî li Tirkîyê Xirabtir Dibe


Di 16 Tebaxê de bi seravêtina rojnameya Ozgur Gundemê jimareke rojnamevan hatibûn binçav kirin û rojname jî bi hinceta ku propagandaya PKK’ê dike, hatibû girtin.

Di encamê de Nivîskar Asli Erdogan, Gerînendeyê Weşana Giştî Bilir Kaya û Berpirsê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya hatibûn girtin

Girtina nivîkar û rojnamevanan ji hela gelek çapemanî û sendikayan hatibû rexne kirin, lê tundîyên li ser çapemanîya azad hê jî berdewam dikin û her roj rojnamevan tên desteser kirin û girtin.

Endama Rêvebirîya Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) Gunay Aksoy li ser vê rewşê ji Dengê Amerîka re axivî.

“Zextên li ser çapemenîyê di vê deme de girantir bûn û sistema AKP’ê berê jî politîkayên wiha dimeşandin. Rojnamevanî di xwezaya xwe de kareke fikrandinê ye û divê ne giradayê ti kesî, lê girêdayê fikren xwe be.”

Hejayê gotinê ye ku OGC jiber ku rojnemvan tên girtin kempeyna “Peyamhinêrîya Dilxwazî” da destpêkirin. Kempeyna ku li Amedê destpê kir, îro 30’ê Tebaxê li Stenbolê li Ajansa Dicle(DIHA) dê berdewam bike.

XS
SM
MD
LG