Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Rojnamevanîya Kurdî li Efrînê Hate Pîroz Kirin


Bi însîyatîfa Partîya Yekîtîya Demoqrat (Wehdê) du aheng hatin lidarxistin ku tê da gotinên kovar û rojnemeyên Kurdî hatin xwendin û nivîskar Merwa Birîm, rojnemevan Ehmed Qitmê û Emîne Misto hatin xelat kirin.

Bi alîyekî din ve, rojnemeya Ronahî li Navenda Çand û Huner panelek lidarxist ku tê da pirsgirêk û kêmahîyên karê rojnemegerîyê hatin nîqaş kirin.

Rojnemevan Mihemed Bilo li ser rewşa rojnemegerîyê li Kantona Efrînê axifî û got piştî 118 salan rewşa rojnemegerîya Kurdî ne dûrî rewşa gelê kurd e.

“Rojnemegerîya Kurdî gelek bandora partîyan li ser heye û heta niha tu qanalên serbixwe tunene, jiber ku hemu dezgehên raghandinê girêdayî partîyan in,” Bilo got.

Lê ger mirov rewşa rojnemegerîyê li herêmên Kurdî bide ber deverên din li Sûrîyê, qurbanî û destdirêjî li ser rojnemevanan gelekî hindik e.

Hêjayî gotinê ye, piştî 118 salan ji çapkirina rojnemeya yekê ya Kurdî, Kurdistan, heya niha rojnemevan û nivîskar weke roja rojnemegerîya Kurdî pîroz dikin.

XS
SM
MD
LG