Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gokhan Durmuş: Li Tirkîyê Taybetî Rojnamêvanên Kurd Dibin Armanca Givaştinan


Îdrîs Sayilgan & Nacî Kaya

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, nûçegihanê Rudawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk û kameravanê Rûdawê Mehmet Şirîn Akgun dema ku li sînorê rojavayê Tirkîyê rewşa penaberan dişopandin ji alîyê polîsên Tirkîyê ve hatin binçav kirin.

Her çar rojnamêvanan jibo ragihandina rewşa dawî ya li Edîrneyê, meş, hewildan û derbazbûna penaberan ji welatên Ewrupî re li wê herêmê bûn.

Serokê giştî yê Sendîkaya Rojnamêvanan a Tirkîyê Gokhan Durmuş got ku binçavkirin û girtina rojnamegeran nayê qebûl kirin.

“Dema rojeva sîyasetê germ dibe, desthilatdarîya Tirkîyê rojnamêvanan dike armanc û dixwaze pêşî li rastîyan bigire. Jixwe tiştê ku niha li sînor diqewime bi sere xwe bûyereke dilşewat ya mirovahî ye. Divê ev bûyer bihata axaftin, lê mixabin em girtin û binçavkirina rojnamêvanan diaxifin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG