Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Rojnamegerîya Kurdî li Tirkîyê Çawa Ye?


Înîsîyatîfa Rojnamêvanên Azad bi raportekê dîyar kir ku li zindanên Tirkîyê de 146 rojnamêvan hene ku piranîya wan Kurd in.

Rewşa rojnamegerîya Kurdî li Tirkîyê çi ye? Du rojnemvanên Kurd Mevlut Oguz û Ferîd Demîrel rewşa rojnamegerîya Kurdî dinirxînin.

Mevlut Oguz
Mevlut Oguz

Edîtorê Kovara Ziryabê Oguz ku niha bi awayekî serbixwe (freelance) karê rojnamevanîyê didomîne, dibêje ku her çiqas perwerdeya bi zimanê Kurdî tuneye jî ew nivîsîna nûçeyên Kurdî hez dike û bi pêgirî karê xwe didomîne.

“Em wekî rojnamevanên Kurd birastî rojnamevanî nakin jiber ku em ‘rojnamewergerîyê’ dikin. Daxuyanî û nêrînên Kurdî gelek kêm in jiber ku sîy

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00



asetvan, rewşenbîr û derdora Kurdî daxuyanîyên xwe û hîngê karê rojnamêvanên Kurd jî hêsantir dibe.”

Oguz bawer dike ku ger bikaranîna zimanê Kurdî xurt be, hîngê ajans û malperên mezin wê neçar bîminin ku kesên Kurdîzan bêxin nav kar.”

Edîtorê beşa Kurdî yê Bianetê Demîrel jî bawer dike ku her çiqas li Tirkîye bi avayekî fermî qedexeya li ser zimanê Kurdî tunebe jî di pratîkê de ev yek xuya dike.

Ferîd Demîrel
Ferîd Demîrel

“Jixwe zimanê Kurdî heta salên dirêj qedexe bû. Rojnamevanîya bi Kurdî ji qedexe bû. Dezgeheke tenê ku xwerû bi Kurdî weşanê dike tuneye. Azadîya Welat hebû, lê piştî Rewşa Awarte bi biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) ew hat girtin. “

Demîrel tîne ziman ku rojnamegerên ku bi zimanê Kurdi kar dikin gelek caran rastî astengîyan tên.

“Rojnamevanên Kurd nikarin karê xwe bi hêsanî bikin. Dema bixwazin li ser mijarekê li kolanan, qadê û di nava civakê de hevpeyvînekê bikin, rastî bertekên tund tên. Nahêlin ku ew bi hêsanî karê xwe bikin. Ew jî bandorên neyênî li ser karê rojnamegerîyê dike.”


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG