Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Rojnamevanîya Kurdî Ye


Îro salvegera 123’yan ya damêzrandina rojnameya Kurdî ya yekê Kurdistan e ku di 22’yê Nîsana 1898'an de, ji alîyê Mîqdad Bedirxan ve li Qahîre ya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiribû.

Kurd vê rojê wek Roja Rojnamevanîya Kurdî pîroz dikin û bi panel, semîner û bernameyên taybet vê rojê dixemilînin.

Tevî ku rojnamevanîya Kurdî di salên dawî de rûbirûyê gelek astengîyan dibe, rojnamevanên Kurd karê xwe bi heman pêgirî û biryardarî didomînin.

Em jî wek Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka, vê roja girîng ji hemî hevkarên xwe yê li Kurdistanê û li her derê cîhanê pîroz dikin.

XS
SM
MD
LG