Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Îko Daxuyanîya Fêsel Miqdad Dinirxîne


Fêsel Miqdad li alîyê rastê

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrîyê Fêsel Miqdad bi tundî rexne li Sekretêrê Giştî yê NY Ban Ki-moon kir û got birêz Ban piştgirîya opozisyonê dike. Fêsel Miqdad her wisa êrîşî welatên Rojava kir û îdia kir ku Amerîka û Ewropa dixwazin hêzên Îslamî yên radîkal werin ser desthilatê li Sûrîyê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Mesûd Îko endamê Komeleya Rojnamevanên Sûrîyê, bingeh li Norwêc, dibêje ku ev ne cara yekê ye hikûmeta Sûrîyê rexneyan li NY dike.

Birêz Îko her wiha dide zanîn, hikûmeta Sûrîyê her gav rêyan dibîne ku êrîşî helwestên civaka navnetewî derbarê Sûrîyê bike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG