Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Salih Demîcer Rewşa Libnan û Sûrîyê Dinirxîne


Pêla tundûtûjîya Sûrîyê derbasî sînorên Libnanê dibe, bi taybet li Beyrûta paytext û bajarê Terablus li bakurê welatî ku di rojên dawî de rastî hin pevçûnan hatin. Alîgirên rejîma Sûrîyê û yên opozisyonê bi rengekî vekirî li kolanên Terablusê cudahîyên xwe derxistin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka Amerîka, rojnamevan Salih Demîcer, ku berê li Libnanê bû, dibêje rejîma Sûrîyê dixwaze şerê hundir welat biguhêze Libnanê da ku ji civaka navnetewî re xuya bike ew hîn dikare bandora xwe li herêmê bikar bîne.

Birêz Demîcer herwiha dide zanîn ku gelê Lubnanê naxwaze rejîma Sûrîyê careke din tilîyên xwe dirêjî ewlekarîya welatê wan bike.

jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG