Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevana Îraqî Piştî Heftiyekê ji Revandinê Serbest Tê Berdan


Afrah al-Qaysî Rojnamevana Îraqî ya ku hatbû revandin

Ajansa Reuters roja Çarşemê ji Bexda ragihand ku rojnamevana Îraqî Afrah Şawqî ya ku, berî heftiyekê ji aliyê hin kesên nenas ve hatbû revandin, niha serbest hatiye berdan.

Afrah al-Qaysî weke rojnamevanek rexnegir ya hikûmeta Îraqê tê naskirin, ew di mediya navxweyî de gotarên rexneyî liser rewşa hikûmeta Îraq di weşîne.

Ziyad al-Icêlî berpirsê Çavdêriy rojnamevanên Îraqê, da zanîn ku şeva din direng rojnamevana revandî Afrah Şawqî al-Qaysî gihaye mala xwe, kesên ew revand bû, tiştên ku ji mala wê yên weke trombêl, telefon, kompiyoter û zêrên wê yên birbûn, hemû cardin vegerenadine.

Hin dîmenên Rojnamevana revandî, di NRT TV ya Kurdî de hatine weşandin, dîmenên gelek karîger bûn, weke Reuters dibêje.

Ofîsa serok hikûmet Haider al-Abadî bi riya telefonê têkilî bi rojnamevanê re daniye û pirsa rewşa wê hatiye kirin.

Rojnamevan Afrah Şawqî jibo rojnama berbilav ya Arabî Şarq Awsa kar dikir. Li Îraqê di 10 salên derbasbûyî de zêdetirî 71 rojnamevan hatine kûştin.

XS
SM
MD
LG