Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Navdar yê Amerîkî Anthony Shadid li Sûrîyê Mir


Rojnamevanê Navdar yê Amerîkî Anthony Shadid li Sûrîyê Mir
Rojnamevanê Navdar yê Amerîkî Anthony Shadid li Sûrîyê Mir

Rojnamevanê navdar yê Amerîkî Anthony Shadid, jiber nexweşîya astimê (behntengî) roja Înîyê li Sûrîyê mir.

Nûçegîhanê rojnameya The New York Times Anthony Shadid 43 salî bû û hêjayî xelata Pulitzer hatibû dîtin.

Anthony Shadid hefteya borî li Sûrîyê derbaz kirîbû û şerê hêzên opozîsyonê yê dijî rejîma Beşar Esed dişopand.

Rêvebirên New York Times dibêjin, karmendekî wan termê Şadîd bir Tirkîyê.

Rojnamevan Anthony Shadid bi eslê xwe Lunbanî bû û pir baş Erebî dizanî. Wî ji nêzîkî 20 salan vir ve li Rojhilata Navîn, wekî nûçegîhanê Associated Press, The Boston Globe, The Washington Post û The New York Times’ê kar dikir.

XS
SM
MD
LG