Romanya, Rûsya jiber êrîşên dawî yên dronî yên li herêma Odaesa bi tundî şermezar kir.
Rûsya di demên dawî de êrîşên li hêla Çemê Danube û Odesa zêdetir kirine.
Wezîra Derve ya Romanya Luminita Odobescu dîyar kir ku Rûsya bi êrîşên li ser bengehên zararê dide ewlekarîya xwarinê.
Odobescu got ku ew êrîşên Rûsya yên dijî sîvîlan û binesazîya sîvîl şermezar dike.
Wê got ku Rûsya bi wan êrîşan bi awayekî eşkere yasayên navneteweyî binpê dike û zararê dide veguhestinên li Deryaya Reş.
Hêzên Rûsî serê vê mehê û meha borî jî êrîş biribûn ser bendera Reni ya li sînorê Romanya ku wê êrîşê bandor li wî welatî jî kiribû.
Romanya dibêje ya Rûsya dike tawana cengê ye û ew rê li ber veguhestina dexlûdan digire.
Jêder: AFP