Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romanya Dixwaze Rewşa Awarte ya Koronayê Dirêjtir Bike


Hewlên pêşîgirtina korona li Romanya

Serokê Romanya Klaus Iohannis îro ragihand ku rewşa hişyarîyê ku di 15ê Gulanê de destpê kiribû, divê 30 rojên din were dirêj kirin.

“Em dibînin ku hejmara pêketinên vîrusa korona bi awayekî berbiçav daneketiye loma jî divê em rewşa awarte dirêj bikin.”

Divê parlamana Romanya biryara Iohannis erê bike, lê partîya desthilatdar li parlamana ne xwedîyê piranî ye û partîya Sosyal Demokrat ya çepger jî gefa pêşîgirtina biryarê kiribû.

Heta niha li Romanya 20,749 bûyerên COVID-19 hatine tomar kirin û ji wan 14,910 kes qenc bûn û 1,345 kes jî mirin û di 24 saetên dawî de 145 kesîn din bi vîrusê ketine.

XS
SM
MD
LG