Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romanya Bernivîsa Efûkirina Gendelîye Dibe Referandumê


Li Romanya xwepêşandana li dijî bernivîsa efûkirinê

Li Romanya piştî xwepêşandanên bi rojan dom kir, parlemana wê dewletê biryar da ku bernivîsa efûkirina dizî û perexwarinê here referandumê.

Referandum ji hêla Serokomarê Romanya Klahus Lohannis ve hat pêşnîyaz kirin û tevahîya parlemanê, ku 310 parlemanterên pêk tê, ew pejirand.

Dema referandumê hîn ne dîyar e, lê çaverê ye ku piştî biryarê xwepêşandanên du hefte ne didomin, kêm bibin.

Jiber bernivîsa ku ji hin tawanbarên gendelîyê re efû dianî, li seransarê Romanya xwepêşandanan herî mezin yên dû dewra Çavuşesku li dar ketin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta nû ew yek meh e ku li ser kar e. Wezîrê Dadê Florin Lordache, ku wî efûkirina tawanbarên gendelîyê pêşnîyaz kiribû, piştî xwepêşandanan hefteya borî karvekişîna xwe dabû.

XS
SM
MD
LG