Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney Dibêje Ewê Piştgirîya Prosesa Erêkirina Posta Vala ya Dadgeha Qanûna Bingehîn Bike


Senatorê Komarî Mitt Romney
Senatorê Komarî Mitt Romney

Senatorê Komarî Mitt Romney ragihand ku ewê piştgirî bide dengdana Civata Senatoran ya prosesa dagirtina kursîya vala ya Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Biryara Senator Romney hêvîyên Demokratan ya astengkirina peyvajoya Civata Senatoran ya erkdarkirina kesê ku cîhê vala yê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya neh endamî kêmtir dike.

Senator Romney di derbarê hinek mijaran de Serok Trump rexne dikir û herwiha di dadgehkirina wî ya xistina ji posta seroktîyê ya Sibata 2020'an de, dijî Trump deng dabû.

Trump roja Duşemê ragihandibû ku ewê biryara xwe ya bo endamtîya Dadgeha Qanûna Bingehîn di dawîya vê hefteyê de dîyar bike.

Partîya Demokrat dibêje ku pêdivî ye Senato li benda encamên hilbijartina seroktîya Amerîka bisekine, heya ku dengder biryar bidin ku Trump yan hevrikê wî yê Demokrat Joe Biden wê bibe serok.

Partîya Komarî di Senatoyê de bi 53 kursîyan piranîyê kontrol dike. Lê, du senatorên Komarî Susan Collins ya ji eyaleta Maine û Lisa Murkowski ya ji eyaleta Alaska berî çend rojan ragihandibû ku divê Civata Senatoran berî hilbijartinê dengdaneke neke.

Hejayê balkişandinê ye ku divê du senatorên Komarî yên din derkevin pêş ku Demokrat bikaribin prosesa dengdanê di Civata Senatoran de asteng bikin.

Ger Komarî berbijarê Trump bikarin di Civata Senatoran ve bidin pejirandin, hîngê balansa Dadgeha Qanûna Bingehîn bi 6 beramber 3 endaman dikeve destê konservatîfan.

XS
SM
MD
LG