Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney Dijberîya Xwe bo Berbijarîya Trump Eşkere Dike


Berbijarê berê yê seroktîya Amerîka ji Partîya Komarî Mitt Romney îro Înê ragihand ku berbijarê mîlyardar Donald Trump wê bibe serokekî xirab ji karker û malbatên Amerîkî re.

"Eger planên Donald Trump bi cîh werin, welat wê têkeve rewşeke pir xirab. Ewî bibe serokekî xirab bo karkerên Amerîkî û malbatên Amerîkî," Romney di axaftinekê de li Zanîngeha Utah ya li bajarê Salt Lake City got.

Romney îdia kir ku Trump ne karsazekî serketî ye û dewlemendîya xwe bi xwe neafirandiye, lê jê re mîras maye. Wî bi bîr anî ku kompanîyên wî çend caran îflas kirine û wî zîyanên mezin daye karsazîyên biçûk û jin û mêrên kedkar.

Romney bi berdewamî îdia kir ku eger Trump bibe kandîdê Komarîyan, hîngê şansa Hilliary Clinton a Demokrat pirtir dibe ku bibe serok.

Wî bang li Komarîyan kir ku piştgirî bidin berbijarekî bilî Trump.

XS
SM
MD
LG