Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Komarî Mitt Romney Dê Dengê Xwe Dijî Trump Bide


Mitt Romney
Mitt Romney

Senatorê Komarî Mitt Romney dîyar kir ku ewê di darizandina ser împîçkirina Serok Donald Trump de dijî wî dengê xwe bide.

Romney da zanîn ku ew Komarîyê pêşî yê piştgirîya bo Trump vekişandîye û dibe ku xêncî wî kes piştgiriyê venekişîne.

Senatorê Utahê Romney got ku ew bawer dike ku Trump ser karbidestên Ukrayna çêkiriye ku dijî Joe Biden lêpirsînê vekin û dîyar kir ku li gor wî Trump sûcdar e.

Romney, ku di hibijartina seroktîyê ya 2012’an de berbijarê Komarîyan bû, dîyar kir ku ew biryara wî ya bo Trump ‘’biryara wî ya herî dijwar bû’’

Li Civata Senatoran ya bi 100 kursî 53 senatorên Komarî hene û bo împîçkirina Trump herî kêm 67 deng pêwîst in.

XS
SM
MD
LG