Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ronas Şêxmûs: Dixwazim Bilûra Kurdî bi Biyaniyan re Bidim Nasîn


Dema ku mûzîk û huner dibe pira pêwendiyan di nav mirovan de êdî her tiştek tê rawestandin bi tenê dengê mûzîkê bilind dibe û lê tê guhdarîkirin.

Wisa bilûrvan û hunermendê kurd Ronas Şêxmûs pêwendiyên xwe bi biyaniyan re ava dike, bê ku têkeve nav xiricira siyasetê de tenê bilûra xwe hildgire û lê dide.

Ronas di sala 1981ê de li bajrokê Tirbespiyê hatiye dunyayê.

Li Zanîngeha Helebê Zanistên Aborî Beşê Têkiliyên navdewletî xwendiye .

Di sala 2012an de neçar ma ku xwendina xwe ya Master'ê berdewam neke û sala 2014an koçberî Almanyayê kir û ta nuha li wir dijî.

Xebatên wî ji dema zanîngehê destpêkiribûn .

Wekî damezrêner: koma Arta, Zara Band.

Mûzîka çend fîlman çêkiriye: Agirê Sînemaya Amûdê, Kîzane ez kî me, vegerin, tiştekî buha bitenê û dilopên sor.

Di Orpheus xxi de (ku ji hêla efsaneya zindî Jordi Saval ve hatiye çêkirin) weku Bilûrvan, neyjen û dudujen kar dike.

Xebata xwe li Vokalzentrum Dortmund didomîne

Di çend projeyan de beşdar e li tevayî Ewropayê û tevlî gellek Festîvalan, konser/orkêstra û proje bûye bi navê Kurdistanê.

Xwendina Rêbazên muzîkê yên Almanî li bajarê Köln didomîne (Landesmusikakademie).

2 lêkolînên çapkirî hene : 1- Bilûra Kurdî(govara Sormey/payîza 2015)

2-Amûrên muzîkê yên Kurdî (govara Welat 2013).

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:31 0:00


XS
SM
MD
LG