Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Ronak li Almanya Bawernameyên Zimanê Kurdî Da Zarokan


Li bajarê Bochum, li Amanya Komela Ronak ya Çandî û Civakî di bin diruşma "Zimanê me, Hebûn û Nasnameya me ye" de ahenga wergirtina bawernameyên zimanê Kurdî li dar xist, .

komela Ronak
komela Ronak

Deng û Reng hevpeyvînek bi rêvebirê vê komê Xweşnav Silêman re kir ku ronî bide ser xebatek bi vî awayî.

Silêman anî ziman ku xebata wan jibo parastina malbata Kurdî ye li welatê Almanya û ya din jî nêzîkbûna civaka penaberan ji hevdu re.

komela Ronak
komela Ronak

Herwiha jî mamostê zimanê kurdî û berpirsê beşê ziman di komelê de, Mihemd Keleş ji Deng û Reng re got, ku ziman sitûna civakê ye û bi parstina wê wê civaka Kurdî li Almanya li ser xwe bimîne.

Di vê şahiyê de jimarek ji hunermendan û rêxistin beşdarî wê bûn û piştgiriya xwe dan pêş ji vê xebatê re :
- Rêxistina AWO
- Şaredarîya Bochumê
- Hunermend Şivan Perwer
- Nivîskar Can Dost
- Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Sûrîyê
- Hunermend Zoro Sàîd Yosiv
- Hunermend Yenal Tahir
- Hunermend Sîmav
- Hunermend Can Îsa
- Hunermend Îmad Kakilo
- Hunermend Robar Şîno

XS
SM
MD
LG