Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûhanî: Ku Amerîka Gefan Bidomîne, Îran Dikare Programa Navokî Bivejîne


Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Sêşemê got ku welatê wî dixwaze bi peymana navokî ya 2015’an pêbend be, lê divê Amerîka gefên xwe rawistîne.

Rûhanî got ku ger Amerîka “gefan û toleyan” berdewam bike, hîngê Îran demûdest dikare xebatên navokî bivejîne û bîne astekî bilindtir ya berî rêkeftinê.

Rûhanî di axaftina pêş endamên parlemanê de got ku Amerîka ne “şirîkekek baş” e.

"Yên ku careke din dixwazin vegerin zimanê gefkarî û toleyan, zarar digehînin xwe û ji nîmetên aşîyê bêpar dimînin," Rouhani got.

Îran ji toleyên nû yên Serokê Amerîka Donald Trump yên vê mehê pir hêrs e ku li hember kesên ku di programa navokî ya Îranê de û Hêzên Pasdaran de cîh digirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku her du alî jî hevdû bi şikandina gewherê rêkeftina navokî tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG