Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvî û Guman Beramberî Sûrîye ya Piştî Esed


Kuştina hejmareka rêberên artêş û parastina rejîma Sûrî di teqînekê de roja Çarşemê li Şamê derbeke mezin bû jibo hikûmeta Beşar El Esed.

Şarezayên siyasî dibêjin ku teqîna Şamê destpêka dawî ya rejîma Esed e. Lê belê nêrînên cûda hene beramberî Sûrîye ya piştî Esed.

Abdulbasit Hemo, rêberê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê, dibêje ku nakokîya navbera Kurd û Ereban dîrokî ye û hêj hindek Ereb Kurdan qebûl nakin. Birêz Hemo dibêje, gerek Kurd xwe bo hemû îhtîmalata amade bikin û “îhtîmala eskerî herî ya xurt e.”

Birêz Hemo herwiha dibêje ku li pêşeroja Sûrîye pirsgirêk wê berdewam bin û nakokî bi “rehetî, demokratîk û biratî” nayên çareserkirin.

Redîf Mustefa, endamê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê, dibêje ku “gelek caran hêzên siyasî yên Kurdî tirsê wan ji hecmê xwe mezintir e.” Birêz Mustefa dibêje ku di rojên pêş de wê xuya bike ku ew tirs wehm in.

Birêz Mustefa geşbîn e ku li qonaxa piştî Esed, netewe û pêkhatên cûda yên gelê Sûrîyê bi aştîyane û giftûgo mafê xwe bikar bînin.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG