Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rowaeda Hisên: Huner Xwena Min Kir Rastî û Taybetîk Da Jiyana Min


Huner hîlîna sawir û xeyalên bê sînor in, ku mirov dikare baskên xwe veke û bi perê asmanan keve û tiştên di dil û bîrokeyên xw de bîne ziman.

Hunermenda şêwekar Rowaeda Hisên yek ji wan keçên kurdan e, ku karîbû derbasî cîhana hunerî bibe û tê de xwe bîne ziman û cihê xwe di nav civat û hunerê de bigre û ew yek piştrastkir ku keça kurd kare bibe nav û nîşna civata xwe û ciwaniyê biafirîne.

Rowaeda li bajarê Dihokê ji dayik bûye û ji zaroktiya xwe ji hunerê hezkiriye û karîbû bala mamostayên xwe bikşîne ser behreya xwe û zîrekebûna xwe di kişandina wêneyên mirovan de.

Di sala 2011an de wê xwendina hunera ciwan li Peymangeha Hunera Ciwan li Dihokê qedand.

Li ser destê hunermend Awani Samî fêrî hunera Girafîkî ji bû û bi alîkariya wîû karîbû berhmên xwe ji sînorê Kurdanê derbas bike û li çend welatên din bide nîşandan.

Şêwaza hunera Rowaeda ya Rastbînia Derbirînî ye ku ji dîbistanên kilasîka yên hunerê tê û rêbazên hostayên mezin di warê hunera cîhanî de di şopîne.

Lê di aliyê Girafîkî de Rowaeda karîbû xwe nêzîkî şêwaza derbirînî û abstrakê bibe.

Wêneyên mirovan, Dêm û çavên wan ji nêzîk ve di berhmên wê de ciwan diyar dibin û di her wêneyekê de çîrokek diyar dibe.

Wê got: "Ez dixwazim çîrokên van mirovan , yên kurd bînim ziman û di çavên wan de çîroka xwe bêjim."

please wait

No media source currently available

0:00 0:20:52 0:00


XS
SM
MD
LG