Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Merasîmeka Fermî ya Brîtanî de Mîr Harry û Meghan Markle Dizewicin


Îro Şemiyê di merasîmeka fermî de li bajarê Winsorê Brîtanî mîrê Brîtanya û Megan Markle zewicîn.

Di demekê de ku Mîr Charles, bavê mîr Harry, li gel bûkê meşiya, Meghan Markle, aktrêsa berê ya Amerîkî ragihand ku bavê wê nikare amade be ji ber reweşa wî ya tenduristî.

Derdora 600 mêvan hatibûn vexwendin ku pioraniya wan pêwendiyeka rasterast li gel bûk û zavê hene.

Li gel wan 2,500 kesayetiyên giştî hatibûn vexwendin bo merasîmê.

Bêhtirî 100 hezare kes pêşbîn bû ku rêzê bigrin li ser cadeyên Windsor. Gelek ji wan zû hatin da karibûn cihên baş bigrin û ji nêzîk ve erebeya bûk û zavê bibînin.

Li gel jimara amade û beşdarbûyên vê merasîmê, bi milyonan kes li seranserî cîhanê bi riya tilfizyonan ev aheng şopand.

Hin çavdêr vê zewacê wek nîşana hevalbendiyekê di navbera Brîtanya û Amerîka de didin zanîn.

XS
SM
MD
LG