Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Royarê Tirbespîyê: 2,000 Genc û 427 Malbatên Kurdên Sûrîyê li Kampeka Kurdistana Îraqê ne


Di demekê de ku tundûtûjî li Sûrîyê didome, bi dehan hezar welatîyên Sûrî diçin welatên cîran.

Rêkxistiya Navneteweyî bo Koçberîyê radigihîne ku bi hezaran Kurdên Sûrîyê nuha li Kurdistana Îraqê dimînin. Piranîya Kurdên Sûrîyê di kampekê de dimînin ku bi navê Kampa Qamişlo tê naskirin.

Nivîser û çalakvan Royarê Tirbespîyê dibêje ku zêdey 2,000 genc û 427 malbatên Kurdên Sûrîyê li Kampa Qamişlo ne.

Royarê Tirbespîyê herwiha dibêje ku rewşa mişextên Kurdên Sûrîyê gelek xirab e, herçende hindek alîkarî ji wan re dihêne pêşkeşkirin lê belê ne li astê pêdivî ne.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Royarê Tirbespîyê re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG