Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF Doza Dijî Rojnameya Cumhuriyet bi Tundî Rexne Dike


Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi bêdengkirina rojnamegerîya azad tawanbar dike, di vê rojê de ku rûniştina duyê ya doza dijî rojnameya hevrik, Cumhuriyet destpê dike.

Sekreterê Giştî yê RSF Christophe Deloire, darizandina Cumhuriyet wek henek bi nav kir û got ku Erdogan di tepeserkirina pirnêrînî û medya azad de bi serketî bû. Niha pir hindik ragihandina azad maye û divê em berevanî li wan bikin.

Deloire ev daxuyanîyên xwe li dervayê girtîgeha girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê, ku 5 rojnamevanên Cumhuriyetê lê têne girtin, dan.

Her li pêş girtîgehê, karmend û piştevanên Cumhuriyetê li pêş dadgeha girtîgehê kom bûn û menşeta rojnamê ya “Em Edaletê Dixwazin” bilind kirin.

Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqerê Erdem Gul jî bal kişand ku Tirkîyê bi zindankirina 170 kedkarên medyayê, xwedîyê "hejmara rekor ya rojnamevanên zindankirî li cîhanê ye".

Gul dîyar kir ku tevî hebûna dijwarî û giwaştinan, ewê rojnamegerîya xwe bidomînin.

Dozgeran 19 karmendên Cumhuriyetê bi "destekdayîna rêxistinên terorîstî," tawanbar dikin ku mîlîtanên Kurd, yên çepger û tora Fethullah Gulen jî di nav wan koman de ne.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku kesên tawanbarkirî dikarin ji heft heta 43 sal cezayê zindanê wergirin.

XS
SM
MD
LG