Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF Berî Serdana Erdogan Bang li Hikûmeta Almanya Dike


Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) bang li hikûmeta Almanya kir ku ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berdana rojnamevanên girtî bixwaze.

Nûnerê Almanya yê RSF’ê Christian Mihr berî serdana Erdogan da zanîn ku hikûmet navê rojnamevanên girtî bide serokomarê Tirkîyê û jî wî bixwaze ku wan berde.

Mihr dîyar kir ku li Tirkîyê ser medya zexteke mezin heye û got ku divê hikûmeta Almanya û Yekîtîya Ewrupa (YE) ‘’normalkirina peywendîyan bi Enqerê re jinûve bifikire.

Li gor daneyên RSF’ê li Tirkîyê zêdetirê 100 rojnamevan girtî ne.

Li gor Endeksa Azadîya Medya ya Cîhanê, Tirkîyê di sala 2018’an de du rêzan bi şûnde çû ji nav 180 dewlet di rêza 157’an de cîh girt.

Erdogan dê di navbera 27-29’ê Îlonê de li Almanya hevdîtinan pêk bîne.

Hin siyasetvanên Almanya dîyar dikin ku li Tirkîyên mafên mirovan tên binpê kirin û didin zanîn ku ewê xwarina fermî ya bo şerefa Erdogan tê dayîn, boykot bikin.

XS
SM
MD
LG